Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsaac Herzog ji Partîya Karkeran Dibe Serokê Dewleta Îsraîlê


Îsaac Herzog wek serokê nû yê Îsraîlê

Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) îro Çarşemê sîyasetvanê çep-navendî yê berê Îsaac Herzog wek serokê nû yê Îsraîlê hilbijart.

Li Îsraîl seroktîya welat bi piranî sembolîk e, lê hevdem jibo pêşxistina yekîtîya di nav komên etnîkî û olî de girîg e.

Herzog bi 87 beranber 26 dengên parlamenteran bû serokê nû yê Îsraîlê.

Miriam Peretz berbijara seroktîya ya din, mamoste û dayika du leşkerên Îsraîlî ku di şer de hatin kuştin 26 den wergirt û pezbazîya seroktîyê winda kir.

Herzog dê 9'ê Tîrmehê bi fermî li şûna serokê niha Reuven Rivlin, bo 7 salan dest bi seroktîya Îsraîlê, bike.

Herzog yê 60 salî cara yekê di 2003'an de wek parlementer hate hilbijartin, seroktîya Partya Karkeran kir û di hikûmetên koalîsyonê de gelek acran wezîrtî jî kir.

Ew herî dawî serokê Ajansa Cihûyan ya jibo Îsraîlê bû, ku koçberîyê teşwîq dike.

Herzog di axaftina xwe ya qabûlkirina seroktîya Îsraîlê ya li parlementoyê de got ku pêdivî ye, bi rastî jî girîng e ku ew birînên vekirî yên ku vê dawîyê di civaka wan de hatine vekirin, binêrin, "Divê em helwesta navneteweyî ya Îsraîlê û navê wê yê baş ya di nava malbata gelan de biparêzin, dijî-semîtîzm û nefreta Îsraîl şer bikin, û bingeha demokrasîya xwe biparêzin," Herzog got.

Herzog yê parêzer, kurê serokê rehmetî yê Îsraîlê Chaim Herzog e, ku wî jî wek balyozê li Neteweyên Yekbûyî, nûnertîya welateê xwe kar kiribû.

XS
SM
MD
LG