Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyon li Ser Peymana Aştiyê ya Bahreyn Û Îsraîlê


Xwepêşanderên Opozîsyanê, alên Bahreynê hil didin (Arşîv)

Piştî Serokê Amerîka Donald Trump peymana lihevhatina Îsraîl û Bahreyn di di vê hefteyê da ragihand, reaksyon û karvedanên cûda li ser lihevhatina aştiya Îsraîlê û hin welatên Arabî û bi taybet yên Kendavê di rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê daye.

Îro Yekşemê Sultanişîna Uman pêşwazî li destpêşxerîya Bahreyn kir ya normal kirin û başkirina têkiliyên bi Îsraîlê ra.

Reuters li gor kenalê fermî yê Sultanişîna Umanê roja Yekşemê dibêje ku welatê wan pêşwaziyê li biryara Bahreyn dike ya başkirina têkiliyan bi Îsraîlê ra û ev dê alîkar be, bo bi encambûna aştiya di navbera Îsaîl û Flistîniyan da.

Opozîsyana Bahreynê Lihevkirina bi Îsraîlê Red Dike Û Banga Berxwedanê Dike

Komên opozîsyana Bahreynê îro Yekşemê ragihandin ku ew biryara dewleta Bahreynê ya normalkirina têkilîyên bi Îsraîl re red dikin.

Rêberêke oldar Îmam Ayatullah Şex Îsa Qasim, ku li Îranê dijî îro Yekşemê di daxuyanîya ku ji hêla partîya opozîsyona Bahreynê ya bi navê El-Wefaq ve hat weşandin de, dîyar kir ku ew li hemberî peymana navbera welatên Ereb û Îsraîlê ye û herwiha bang li gelên herêmê kir ku berxwe bidin.

Hevdem, Şêx Îsa Qasim di daxuyanîyê da got ku lihevkirinên di navbera Îsraîlê û Îmaratê ya meha borî, û di navbera Îsraîlê û Bahreynê ya roja Înyê de, li dijî îradeya gelan e.

“ Di navbera desthilatdar û gel de di qadên raman, hiş, armanc û berjewendîyan de cûdahîyek mezin heye. Hikûmet di nava têkçûnek derûnî de ne û dixwazin gel bi wê bixapînin, û divê gel li hember vê têkçûnê berxe bide,” Qasim got.

Ji alîyê din de, tevî Yekîtiya Baroyên Bahreynê hejmarek komeleyên civaka sîyasî û sivîl îro Yekşemê nerazîbûnên li hemberê peymanê bi daxuyaniyeke hevbeş anîn ziman.

"Ewê gel piştvanî nede encamên ku ji normalîzasyonê derkeve holê û dê gel bi wan encaman kêfxweş nebe, ku nifşên Bahreynî bi dilsozîya doza Flistînê mezin bûne," di daxuyaniyê hat gotin.

Rojnameya el-Bilad îro ragihand ku serokê dadgeha herî bilind ya Bahreynê ferman daye karmendên dadmendîyê ku siyaseta hikûmetê rexne nekin û ramanên ku zirarê didin yekîtiya neteweyî diyar nekin.

Wezîrê karên derve yê Bahraynê got ku mafên Flîstînîyan jibo Qralîyê hîn jî wekî mijarek pêşîn ya sereke ye.

Roja Yekşemê komeleyên siyasî, saziyên civaka sivîl û di navda Sendîka Parêzvanên Bahreyn daxyunaiyek hevbeş dane weşandin û lihevhatinê red dikin.

Flistîniyên Bajarê "Şêx Zayîd" li Kerta Gaza ji Aştiya Welatên Kendavê bi Îsraîlê re di Tûre û Nerihet in

Ajansa Reuters ji zarê rûniştvanên Flistînî yên bajarê "Şêx Zayîd" li kerta Gaza radigihîne ku ew di tûre û nerazîne ji pêngava ku Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî li meha borî avêtîn bo başkirina têkiliyên bi Îsraîlê ra.

Îmaratên Arabî ciyekî taybet di dilê Flistiyan da heye jiber alîkarîya madî ya çendîn salane pêşkeşî gelê Flistînê dike.

Şêx Zayîd Bin Sultan yê ku sala 2004ê koça dawî kirî weke alîkarî bajarek bo xwecihên Flistînî li kerta Gaza dabû avakirin û navê bajarî kirbû "Şêx Zayîd" ku bi avahî û paqijya cade û kolanan tê naskirin û pereyê ku bo avakirina bajêr hatbû terxan kirin 62 mîlyon dolarên Amerîkî bûn.

Piştî ku Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî peymana aştiyê bi Îsraîlê ra çêkir, rûniştvanên bajarê Şêx Zayid li kerta Gaza ku li jêr kontrola desthilata Hamasê daye di hêris û nerazîne, dibêjin ku Şêx Zayîd alîkariya wan kirîye lê kurê wî Şêx Mihemed bin Zayîd peymanê bi Îsraîlê re çê dike.

Pirnaiya welatên rojavayî yên weke Amerîka û Ewrupa pêngavên aştiya bi Îsraîlê re baş dibînin, lê hin welatên Rojhilata Navîn yên weke Îran, Tirkiye û Qatar wan pêngavan rexne dikin.

Ji hejî bîrxistinê ye ku yekmeîn welatê aştî ligel Îsraîlê encam dayî welatê Misrê bû ku di sala 1979an da peymana normalîze kirina têkilyan bi Îsraîlê re dana, herwiha welatê Urdon sala 1994ê peyman bi Îsraîlê re îmze kir, Bahreyn jî welatê duyê yê Kendavê ye ku têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal dike piştî ku Mîrgehên Yekgirtî yên Arabî meha borî ew biryar dabû.

Tê çaverê kirin ku peymana aştiyê ya herdu welatên Kendavê bi Îsraîlê re roja Sêşemê 15ê Îlonê li Washington bihê îmza kirin.

XS
SM
MD
LG