Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Dibêje Fermandarê Cîhada Îslamî, Harbîd di Êrîşa Esmanî de Hate Kuştin


Fotoyeke piştî êrîşeke esmanî ya Îsraîlê li Gaza

Îsraîlê îro Duşemê ragihand ku di êrîşeke esmanî de fermandarekî payebilind yê Fîlîstînî li Gaza hate kuştin.

Artêşa Îsraîlî bi daxuyanîyekê ragihand ku Husam Ebu Harbîd, qumandarê koma tundrê ya bi navê Cîhada Îslamî di êrîşeke wê ya esmanî de hate kuştin.

“Harbî li paş jimareke êrîşên roketî yên dijî sîvîlên Îsraîlî bû. Dîsa, çend tunelên Hamas û komên din yên trinsrê jî di wan êrîşan de hatine rûxandin” daxuyanîya artêşê got.

Di tundîya berdewam de, ku ketiye hefteya duyê ti nîşaneyên nermbûnê nayê dîtin, lê bangên navnetewî yên jibp agirbetekê zêde dibin.

Çavdêr pêşbînî dikin ku Cêhada Îsmaî de bersîvdaneke xurt li hember kuştina rêberê wê Harbîd bide û rewşa aloz dikane hîn xirabtir be.

Hevdem, artêşa Îsraîlê ragihand ku hêza wê heye ku ew hetahetayî şerê xwe bidomîne.

XS
SM
MD
LG