Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Dibêje Qedexeya Derketinê Dikare Dirêjtir Be


Wezîra Binesazî ya Îtalî Paola De Micheli îro Çarşemê ragihand ku ew dikarin qedexeya derneketina ji dervayê malê dirêjtir bikin, ger belavbûna vîrusa korona nayê hêdî kirin.

De Micheli got ku ewê di rojên were de, li gor hejmara bûyerên tûşbûna korona û pêketîyên nû biryareke nû ya dirêjkirina qedexê bidin.

Hikûmeta Îtalî hefteya borî, bi hêvîya pêşîgirtina belavbûna korona ew biryar dabû û ferman dabû xwaringeh, meyxane û piranîya firoşgehan jî heta 25’ê Adarê girtî bimînin.

Hikûmetê herwiha xwendingeh û zanîngehan jî daxistibû û ji hemwelatîyan xwestibû ku heta 3’yê Nîsanê, heta ku pir pêdivê nebe, li malên xwe bimînin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku ji 12’ê Adarê ya destpêbûna qedexeya derketine vir ve, hejmara bûyerên nû yên tûşbûna vîrusa korona du car zêde bûye û giheştiye 31,506 û hejmara mirinên jiber korona jî sê car pirtir bûye û giheştiye 2,503 kesan.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG