Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îtalya Hizra Dirêjkirina Biryara Derneketina ji Malê Dike


Alên Îtalî jibo rêzgirtina qurbanîyên korona nîvhildayî ne

Serokê Ajansa Parastina Sîvîl ya Îtalya Angelo Borrelli îro Înê ragihand ku reng e biryara derneketina ji malê, ku hewil dide belavbûna vîrusa korona rawestîne, dê ji destpêka Gulanê zêdetir bidome.

Hikûmeta Îtalî vê hefteyê derneketina hemwelatîyan ya ji malê heta 13’ê Nîsanê dirêj kiribû.

Hikûmetê herwiha qedexeyên tund danan ser liv û hatûçûna hemwelatîyan û hemî xizmet û firoşgehên ku wek bingehîn nayên hesibandin.

Di hevpeyivînek digel radyo ya dewletê RAI de, ji Borrelli hat pirsîn ka pêdivî ye ku tedbîr bo gelek hefteyên din bimînin.

“Mixabin ew tedbîr dê bimînin. Ez bawer nakim ku ev rewş dê heya 1’ê Gulanê derbaz bibe. Divê em gelek bi hêz bin," Borrelli wek bersîv got.

Hêjayî balkişandinê ye ku li gor pêzanînên fermî heta roja Pêncşemê 13,915 Îtalî ji vîrusa korona mirine û ew welat di rêjeya mirinên jiber korona di rêza yekê ya hemî cîhanê ye.

XS
SM
MD
LG