Sazîya Serjimêrîyê ya Amerîka îro Sêşemê di derbarê şênîya Amerîka de hejmar, rêje, peşbînî pêzanînên nû dîyar kir.
Li gor pêzanînên sazîyê mezinbûna nifûsa Amerîka di sala yekê ya pandemîyê de, daketiye rêjeya xwe ya herî kêm, ji damezrandina welêt vir ve.
Sazî sedemên vê daketinê jiber ku vîrusa korona koçberî asteng kir, ducanî dereng xist û bi sed hezaran rûniştvanên Amerîkî kuşt, dide zanîn.
Sazîya Serjimêrîyê ragihand ku Amerîka ji Tîrmeha 2020'an heya Tîrmeha 2021'an tenê ji % 0.1 mezin bûye û her wiha şênîya welêt tenê 392.665 kes, zêde bûye.
Li Amerîka bi salane rûbirûyê mezinbûna hêdî ya nifûsê ye lê, pandemîya vîrusa korona rêjêya hêdîbûnê zêde kir.
Di 2020'an de ji sala 1937'an vir ve bû cara yekê ku mezinbûna şênîya welêt bi kêmtirê 1 mîlyon mirovî, pêk hat.
Kristie Wilder, pisporeke Sazîya Serjimêrîyê ya Amerîka wiha got:
"Mezinbûna şênîyê bi salan e ku jiber kêmbûna rêjeya ji dayikbûnê û kêmbûna koçberîya navneteweyî hêdî dibe, hevdem rêjeya mirinê bi sedema pîrbûna şênîya welêt, zêde dibe."
Wê bi berdewamî destnîşan kir ku 'niha, bandora pandemîya COVID-19, bûye sedema mezinbûna hêdî ya dîrokî. '
Pêşbînîyên ser nifûsê bi hesabkirina hejmarên jidayikbûn, mirin û koçberîyê yên li Amerîka, têne dîyar kirin.
Her wiha, koçberîya navneteweyî bo cara yekê ji mezinbûna xwezayî bilindtir e, ya ku her tim dayikbbûn ji mirinan zêdetir e.
Li seren serê Amerîka mezinbûneke nêzî 245.000 kesan ya bi koçberîya navneteweyî pêk hatiye lê, mezinbûna xwezayî tenê li dora 148.000 kesan maye.
Di navbera 2020 û 2021'an de, li 33 eyaletan nifûs zêde bûye û li 17 eyaletan û her wiha li District of Columbia nifûs kêm bûye.