Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrîn Dawûd: Hûner Rêka Bedew ya Pênasîna Mirovan E


Hunermenda şêwekar Şêrîn Dawûd yek ji keçên Kurdan e ku bi awayekî dilgerim û dilsoz xebatên hunerî dike û pala xwe daye hunera şêwekarîyê.

Ew bi rêka vê hunerê ew dixwaze xwe bide nasîn û beşeke ji xewin û xeyalên xwe bi mirovan re parve bike.

Şêrîn ji Qamişlo ye lê jiber şerê Sûrîyê û herêmên kurdî li Sûrîyê ew ji wir derket û li Almanya bi cî bûye.

Şêrîn xwendina Wêjeya Îngilîzî li Zanîngeha Çamê teva kiriye û li Şamê li navenda Edhem Ismaîl ya hunera bedew xwendina hunerê jî kir.

Ew li Almanya beşdarî hin çalakîye dibe û xebatên xwe li pêş dixwe.

Gelek ji berhmên wê bi pênwisa resas yan pênûsa reş hatine afirandin û piranîya berhmên wê rûyê mirovan e.

Ew dibêje: "Rûyê mirovan neynika rihê wan e loma ez wan çêdikim."

Berhmên wê yên din, ji Şengalê ta Serêkanîyê li ser rewşa Kurdan hatine afirandin. Ew bi bawerî xebatên xwe dike ku huner jibo pênasînê alaveke baş e û jibo rewşa Kurdan.dikare rolek baş bilîze.

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:23 0:00

XS
SM
MD
LG