Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêrwan Isamîl: Şêrko Celal Kedeke Mezin Da Huner û Rojnamegeriya Kurdî


Di 28'ê Tebaxa 2021ê de li bajarê Lille li Fransa hunermend û pêşkêşvanê Stêrk TV Şêrko Celal Koyê ji ber nexweşiya COVID-19 jiyana xwe ji dest da.

Hunermendê şêwekar Şêrwan Ismaîl ku ji nêzîk ve Şêrko nas dikir li ser mirina Şêrko, xemgîniya xwe ji Dengê Amerîka diyar kir û got:

" Şêrko kesayetek pirr taybet bû di nav civata kurdên diyaspora de, him wek hunermendekî şêwekar xwedî ezmûn, him jî wek rojnameger û pêşkêşvanê TV û ya din jî wekû kurdperwerekî rola xwe di nav hemû calakiyan de dilîst. "

Şêrko Celal kî ye?

Şêrko Celal Mameş Koyê, di sala 1956'an de li bajarê Koyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî li Koyê dixwîne û piştre li bajarê Hewlêrê bi cih dibe. Ji bo xwendina hunera ciwan berê xwe dide Bexdayê û li wir xwendina hunerê dike.

Di sala 1974'an ew li gel birayê xwe hunermendê şêwekar Rehbar dibe.

Ew di sala 1981'ê de ji ber rewşa siyasî ji herêma Kurdistanê derdikeve û di sala 1982'yan de li Fransayê bi cih dibe.

Di sala 2002'an de Şêerko dikeve nav rojnamegriya kurdî û dibe pêşkêşvanê bernameya "Rojbaş Kurdistan" di kenala Roj TV de û li pay; wê dibe amadekar û pêşkêşvanê bernama "Tîşkî Huner" ku ronî da ser hunera şêwekarî û hunermendên kurd.

Di sala 2012'an de bernama "Rêjney Reng" di kanala Stêrk TV pêşkêş dikir.

Ji bilî karê wî di medya kurdî de, ew stranbêj bû û helbestvanekî zîrek bû.

Şêwekar Şêrwan li ser wî dibêje: "Şêrko erşîfekî pirr hêja li paş xwe hişt ji belgefilimên li ser hunermendên kurd û hunera kurdî û xizmetek mezin ji hunera kurdî re kir û ew ked nayê jibîr kirin "

please wait

No media source currently available

0:00 0:30:07 0:00


XS
SM
MD
LG