Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tevî Xeterîyên COVID-19 Merasîmên Aşûre li Kerbela Pêk Tên


Îro Yekşemê li bajarê Kerbela ya Îraqê bi hezaran Şî'a yên ku mask û lepik li xwe kiribûn bi armanca beşdarbûna merasîmên Roja Aşure daketin kolanan.

Ev bûyera ji destpêka pandemîya COVID – 19 û vir ve, yek ji mezintirîn civînên misilmanan e.

Aşûre, roja dehan ya meha Muharramê ye. Di vê rojê de, bûyerên jibo şînî û bîranina kuştina Îmam Huseyîn, ku nevîyê Pexember Mihemed e, têne encam dan.

Li gor bawerîya Îslamê, Îmam Huseyîn di sala 680’an zayinê de, li Kerbela di qada şer de hatiyê kuştin ku wek dema parçebûna mezhebî ya navbera Şî'a û Sunnîyan de tê binav kirin.

Bi gelemperî, bi mîlyonan Şî'a yên ji seranserê cîhanê têne hewşa mizgefta bi qûbeya zêrîn ku gora Îmam Huseyîn li wir e, bi hevre dûa dikin, digrîn û şîna xwe dîyar dikin.

Lê bi bilindbûna hejmarên bûyerên vîrusa korona ya li ser astê cîhanê, bîranînên îsal hatine sînordar kirin.

Fadel Hekîm, ku serê sibeha roja Yekşemê derketîye kolanên dora mizgeftê ku maskeke tendirustî ya şîn li xwe kiriye dibeje, ku ev sal ne mîna bîranînên bi mîlyonan yên salên berê ye," Liber çavane ku pir hindik mirov hene," Fadel Hekîm dibêje.

Komên piçûk yên heciyan li hewşên fireh yên li derveyê mizgefta bingehîn kom bûn, ku cil û bergên reş yên şînê û herwiha bi mask û lepik li xwe kiribûn.

Tîmên xebatkarên mizgeftê di nava qelebalixê da digeryan, ava helim ya paqijbûne diavêtin û mask belav dikirin.

Ji bo ku destûr were dayîn ku têkevin hindirê mizgeftê, mirov li ber derîyan kom dibûn da ku pileya germa bedena xwe bipîvîn.

Di hindurê mizgeftê de, nîşanên li erdê dûrahîya navbera kesên ku dua dikirin, destnîşan dikir.

Jibo ku kesek dîwaran maç neke, ew bi qatên naylon hatbûn girtin, maç kirina dîwaran, weke kevneşopiye bo pîrozîya merqedê îmamên Şî'ayan.

XS
SM
MD
LG