Şahê Erebistana Saûdî, şah Salman, biryar da ku parêzvaniya her karmendekî bihê kirin yê ku "derbarê gendeliya malî û Îdarî" pêzanînan ragihîne, ev yek di çarçeva şerê li dijê gendeliyê pêk tê ku par hat bû destpêkirin û dehan şahzade û karsazên mezin li hotêlekê de hatbûn girtin.
Kenalê al-Arabiya ku nêzîkî şahên Erebistana Saûdî ye dibêje, Prensê Cigir Muhamed bîn Salman dest bi şerê li dij gendeliyê kirîye, dixwaze ew diyardeya gendeliyê ya ji egera petrolê peyda bûyî, êdî nehêle û berê welatiyan tenê ne li petrolê be, ew dixwaze bi rêyên din abûrîya Saûdiyê baş bike.
Heta niha data û hûrgiliyên şerê li dij gendeliyê li Erebistana Saûdî nehatiye zelal kirin di çarçeva karê nepenî de maye, lê dîsan hat zanîn ku piştî girtina çend şahzade û karsazan 100 mîlyar dolar bo xezîna dewletê hatine vegerandin.
Li Adara borî şah Selman, biryar dabû ku rêvebiriyên taybet li serdozgeriya giştî bidin ava kirin bi armanca lêkolîn û dadgehkirinên taybet yên dosyayên gendeliyê û bi şêweke lezgîn wan bidawî bînin, ofîsa serdozgeriyê daye zanîn ku ji wan dosyan "hêşta hin tişt mane herçende di sade ne jî".
Ji hejî bîrxistinê ye ku, di kampeyna li dij gendeliyê de ya sala par, şahzade Welîd Bin Talal jî hatbû girtin û li hotêlekê binçav kir bûn, Talal kesatiyê herî navdar û zengîne, di nava cîhana karsaziyê de baş tê naskirin.