Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Seredana Pompeo ya Girên Golanê bi Tundî Şermezar Dike


Pompeo li Girên Golanê
Pompeo li Girên Golanê

Hikûmeta Sûrî îro Pêncşemê ragihand ku ew seredana Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo ya ji Girên Golanê yên bin kontrola Îsraîlê bi tundî şermezar dike.

Ajansa Reutersê ji zarê medya dewleta Sûrî ragihand ku Şam bang li civata navnetewî kir ku seredana prokatîf, ku dijî peymanên navnetewî ye, şermezar bike.

Pompeo bûbû wezîrê derve yê yekê yê Amerîka ku serdana wargehên Îsraîlî yên li Kenara Rojava û Girên Golanê kir.

Fîlîstînî û dewletên Ereb vê seredanê rexne dikin ku kontrola Îsraîlê yên ser herêmên dagirkirî xurtir dike.

XS
SM
MD
LG