Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jina Kurd Emîne Şenyaşar li Stenbolê Banga Dadmendîyê Kir


Emîne Şenyaşar
Emîne Şenyaşar

Jina Kurd Emîne Şenyaşar berî hilbijartinên giştî yên 2018’an de hevjînê xwe û 2 zarokên xwe hinda kiribûn.

Di pevçûna navbera xizmên parlamanterê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Îbrahîm Halîl Yildiz û malbata Şenyaşar de Haci Esvet û 2 lawên wî Adil û Celal li bajarokê Sirûc ya Ruhayê hatibûn kuştin.

Di heman bûyerê de birayê parlamanter Yildiz, Mehmet Yildiz jî hatibû kuştin.

Îdianemeya vê bûyerê piştî 18 mehan hatibû amade kirin û dadgehê biryar dabû tawanên wek ‘kuştina bi zanebûn û birîndar kirin’ hatine kirin, 37 sal û 9 meh cezayê zindanê li kurê Emîne Şenyaşar Fadil Şenyaşar birîbû.

Dadgehê herwiha bi tawana ‘kuştina bi çek’ 18 sal cezayê zindanê dabû birayê parlamanterê AKP’ê Enver Yildiz jî.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar jî do roja Pençşemê tev li Konferansa Demokrasî bûn û banga dadmendîyê careke din ji hikûmetê kirin.

Şenyaşar dibêje ku ji sedan zêdetir kesan êrîşê malbata wê kirine û tenê 1 kes hatiye girtin û ew banga girtina wan kesan din û berdana kurê xwe jî dike.

“Bila dîmenên kargeh û nexweşxaneyê werin derxistin ku ev dîmen hatine veşartin. Eger sucê zarokên min hene bila her du kurên min yên din jî bigirin. 100 kesan bi kêr û çekan êrîş kirin û hevjînê min li ber min kuştin. Edalet tuneye. Ez çûm Enqere, ez çûm Amedê jî, lê edaleta vê hikûmetê tuneye.”

Ferît Şenyaşar jî jibo birayê xwe, ku ev 3 sal in zindanê ye, banga dadmendîyê dike. Ew dixwaze ku birayê wî Fadil were berdan jiber ku dadgehê biryara dijî birayê wî de di bin zextan de daye.

“Ti sucê birayê min tuneye. Ji alîyê din jî mirovekî hatiye kuştin. Hem dîmen û hem jî raportên hatine amade kirin de tê gotin ku ti suce birayê min tuneye. Lê jiber ku ser dadgehê zextên sîyasî hene û vîna dadgehê tuneye birayên min bi sedem ev sê sal in nayê berdan.”

Hêjayî gotinê ye ku Emîne û Ferît Şenyaşar 109 roj in ku li ber dadgeha Ruhayê nobeta dadmendîyê didomînin.

Malbata Şenyaşar dê îro ji li Stenbolê serdana hin sazîyên civaka sivîl û baroya Stenbolê jî bikin.

XS
SM
MD
LG