Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şewata li Eyaleta California Berdewam Dike


Li bakurê eyaleta California ya Amerîka roja Duşemê şewateke xurt berdewam kir û jiber xeterîyê yekê heremên gundewar yên nêzî Kanîya Çemê Feather hatin vala kirin.

Şewata ku wek Agirê Diksie tê zanîn, li heremeke gundewarî belav bûye ku firehîya wê nêzî 163 km ye

Karbidestên xwecîhî ragihand ku şewat ji % 15 di bin kontrolê de ye.

Berpirsê Agahdariya Giştî Antonio Negrete dibêje ku dûrbûna heremê vemirandina şewatê dijwartir dike.

"Bi rastî dûrbûna herema şewatê pir dirêj e û carna gihandina tîmeke vemirandindê ya vê deverê du saetan digire," Negrete got.

Pisporên meteorolojîyê li California û başûrê Oregonê pêşbînî dikin jiber bahoz û birûskan dibe ku şewatên nû derkevin.

XS
SM
MD
LG