Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Şewata Nexweşxana COVID-19 ya Bexda de 82 Mirî Û 110 Birîndar Hene


Piştî şewatê nexweşxaneya Ibin Xetîb li paydext Bexdayê

Wezareta Saxlemîya Îraqê îro Yekşemê ragihand li paydext Bexdayê doh şev jiber teqîna tankek oksîjenê li nexweşxaneyek COVID-19 şewatek mezin derketîye, herî kêmî ve 82 kes mirine û 110 jî birîndar bûne.

Tîmên rizgarkarinê û pisporan li nexweşxaneya Ibin Xetîb xebatên lêkolînê pêk anîn.

Şeva borî li ser bûyerê Serokwezîrê Iraqê Mistefa el- Kazimî ligel çend wezîr û fermandarên ewlekariyê re civîneke awarte dar xist.

Piştî civînê Kazimî ragihand ku walîyê Bexdayê û karbidestên din yên payebilind yên wezareta saxlemîyê jî kar hatine dûr xistin û di derbarê wan de lêpirsîn dane destpê kirin.

"Bûyerek wusa delîlê xemsarîyê ye û jiber vê yekê min ferman da ku demûdest lêpirsîn were destpê kirin," Kazimî got.

Kazimî bi berdewamî anî ziman ku berpirsê nexweşxaneyê û serokên ewlehî û parastinê hatine desteser kirin.

Gelek nexweşên ku sax mabûn hatin veguhastinê nexweşxaneyên din, lê çend malbat piştî ku agir hat vemirandin hîn jî li xizmên xwe digerin.

Hêzên ewlehîyê, dora nexweşxaneya ku li herama Pira Dîyala ye jiber bermahiyên şewitandî û camên şikestî dorpêç kirin.

Li Îraqê bi sedema bêyera xemgîn şîna giştî hat ragihandin.

Sîstema saxlemîya Îraqê jiber şer û toleyan di rewşek hilweşî de dijî krîza vîrusa korona di bin şert û mercên dijwar de tekoşîn dike.

Heya niha bi sedema pandemîya COVID-19 15.257 kes mirine û zêdeyî 1 mîlyon kes jî bi nexweşîyê ketiye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG