Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Dibêje Heta Niha 1 Mîlyar Kes Dijî COVID-19 Hatine Vaksîn Kirin


Hemwelatîyên li Fujian dijê COVID-19 têne test kirin (13/09/2021)
Hemwelatîyên li Fujian dijê COVID-19 têne test kirin (13/09/2021)

Karbidestên Çînî dibêjin ku wan pirtir ji 1 mîlyar kesan li dijî COVID-19 bi tevahî vaksîn kirine.

Berdevkekî Komîsyona Saxlemî ya Netewî ji ajansa AP re got ku heta niha 2.16 mîlyar doz vaksîn hatine dayîn û ji 1.4 mîlyar nîfûsa giştî, % 72 li dijî vîrusa korona hatin derzi kirin.

Daxuyanîya Çînê di vê demê de tê ku cureya delta li eyaleta Fujian ya başûrê rojhilata wî welatî careke din belavtir dibe û di nava şeş rojên borî de 200 pêketin hatine tomar kirin.

Karbidestên xwecîhî li taxên bandordîtî qedexeya derketinê ragihandin, xwendingeh û şahîgeh girtin û rêwîtîyê jî sînordar kirin ku bikaribin pêşî li belavtirbûna vîrusê bigirin.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku Çînê bi saya tedbîrên pêşîgir yên xurt û bi testkirinên girseyî karîbû pandemîya korona bixe bin kontrolê.

Çîn herwiha hatine kesên nû li nava axa wê dijwartir dike û ji wan re dike mecburî ku 14 rojên pêşîm li otelê, xwe di karantînê de bigirin.

XS
SM
MD
LG