Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Daxuyanîyên Trump yên Ser Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Balkêş In


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ser gotinên Trump yên derbarê Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Muhammed Bîn Selman got ku ‘’Bi me balkêş hat’’

Trump di daxuyanîyên xwe de piştgirîya Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî kiribû û dîyar kiribû ew bi awayekî tund dide zanîn ku ti peywendîya bi kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî re tune.

‘’Me di daxuyanîyên xwe yên derbarê kuştina Xaşiqcî de ti caran nav negotin. Tenê serokomarê me got ku ‘Qral Selman ne di nav vê kuştinê’ de ye û ew jî bi zanebûn got.’’

Çavuşoglu da zanîn ku Trump gotiye ku ‘’Dibe ku Prensê Cîgir Muhammed Bîn Selman hay ji kuştinê hebû, dibe ku tunebû’’ û got ku ew nizanin Trump ew gotin sipartîye kîjan jêderan.

Wî got ku heta ku delîl nebe ew ti kesî tawanbar nakin û dîyar kir ku Amerîka ji wan re negotiye ku di destê wan de tomarên dengan yên nû hene yan na.

XS
SM
MD
LG