Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavuşoglu: Xaşiqcî di Heft Deqeyan de Hatiye Kuştin


Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî ji medya Almanya re axifî.

Çavuşoglu da zanîn ku wî tomarên dengan yên ser kuştina Xaşiqcî guhdar kirine û dîyar kir ku Xaşiqcî di heft deqeyan de hatiye kuştin.

‘’Tê bihîstin ku pisporê tipa dadî çawa fermanan dide. Ew dibêje ku gava laş qut dike divê muzikê guhdar bike.’’ Çavuşoglu got.

Wî dîyar kir ku Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Muhammed Bîn Salman xwestîye bi Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyî Erdogan re li Hilcivîna G20, ku dê Buenos Aires ya Arjantî pêk were, hevdîtinekê bike.

Cemal Xaşiqcî, di 2’ê Cotmehê de li Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû kuştin. Termê Xaşiqcî hîn nehatiye dîtin.

XS
SM
MD
LG