Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêketina Îdlibê Û Bandora Wê li Ser Efrînê


Şirovekar Çeleng Omer û Çalakvan Azad Kobanî
Şirovekar Çeleng Omer û Çalakvan Azad Kobanî

Roja Duşemê 17î Îlonê rêketina Rûsya û Tirkiyê li ser Îdlibê li havîngeha Soçî li Rûsya bi amadebûna serokê Rûsya Vladimir Putin û serokomarê Tirkiyê R.T. Erdogan hat îmza kirin.

Li gorî rêkeftinê, divê Îdlib bibe herêma vala ji şer û pevçûnan, jibo parastina giyanê 100 hezaran sivîlan û çekdar li wir nemînin, civaka navnetewî bi dilxweşî pêşwazî li wê rêkeftinê kir, Amerîka û Ewrupa, herweha welatên weke Çînê û Îranê jî rêkeftin weke pêngavek baş nirxand.

Lê hin çavdêr û analîst dibêjin, Tirkiye di rêkeftinê de beşekî giringe, dê bandoreke negatîv li ser rewşa Efrînê hebe, jiber ku 10 hezaran çekdarên opozisyon û yên radîkal li Îdlibê dimînin, weha bi asanî çareserî ji bo wan hemû çekdaran nayê dîtin.

"Rêketina Tirkiyê û Rûsya li ser Îdlibê û bandora wê li ser Efrînê ji aliyê demograf siyasî û ewlekarî de" mijar bernama"Hello Washington" bû.

Mêhvanên bernamê birêz Çeleng Omer şirovekarê siyasî ji Sûriyê û birêz Azad Kobanî çalakvanê civaka sivîl ji Washington tevlî bernamê bûn.

Birêz Çeleng got "metirsiya pêkhatina li ser Îdlibê ne tenê li ser Efrînê heye, dibe ku ew hemû çekdarên radîkal ber bi Minbicê ve bihên şandin".

Çalakvan Azad Kobanî jî, di wê bawerê de bû ku, divê Kurd bihêz dengê xwe bigehînin Amerîka û civak navnetewî, da ku grûbên radîkal her hemû bi alîkariya Tirkiyê û pereyên Qeter bo dijatiya Kurdan neyên herêmê.

Hello Washington 21_09_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:22:19 0:00

XS
SM
MD
LG