Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyvdara HDP'ê: Mêza Aşitîyê Li Îmralîyê Hate Danîn û Qulipandin


Peyvdara HDP Ebrû Gunay
Peyvdara HDP Ebrû Gunay

Lijneya Bergirîya Îşkenceyê (CPT) li ser Tirkiyê du rapor ragihandin. Li gorî rapora CPT’yê tê dîyarkirin ku li girtîgehan di sala 2016 an heta niha hîç tiştek nehatiye guhertin.

CPT’yê di sala 2017 û 2019 an de du car li Girtingeha Îmralîyê, Enqere, Stenbol û Amedê li gel girtîyan hevdîtin çêkiribûn. Rojên çûyî CPT’yê encama wan raporan pêşkêşî raya giştî kirin.

Di rapora ku li ser Girtîgeha Îmraliyê hatîye amadekirin de tê dîyarkirin ku li gel hemû girtîyan hevdîtin çêkirine û hemû girtîyên ku li wê derê demên xwe derbas dikin di bin tecrîtê de ne.

CPT vê yekê jî wiha dîyar dike“Di Îmrali’yê de hemû girtî di heftê de bes 6 seat dikarin bên ba hev. Di hefteke de xeyrî 3 seat, hemû çalakîyên wan yên siyasî hatîye qedexekirin. Di encamê de hemû girtî di nav tecrîdê de têne girtin.”

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, rapora CPT’yê nîrxand. Gunay ragihan ku li Tirkiyê her der kirine wek Girava Îmraliyê. Gunay wiha got:

“Ev yek zelale ku tecrita li ser Îmraliyê tecrîtekî taybet e û îşkenceyekî bi pergal û domdar e. Bi girtina birêz Ocalan dixwazin ku herêmê ji nû ve li gorî xwe dêzayin bikin.”

Berdevka HDP Gunay, di gotinên xwe da bal kişand ser pêvajoya aşitîyê jî û got “Di demên borî de mêza aşitîyê li Îmraliyê hate danîn, lê mixabîn disa li Îmraliyê hate deverûkirin û qulipandin.”

Raporta Enqerê - Eyyup Demîr 08 08 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:27 0:00


XS
SM
MD
LG