Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Balyozê Amerîka li Ser Navokîya Îranê Brîtanya Hişyar Dike


Serok Donald Trump û Balyozê Amerîka li Brîtanya Woody Johnson
Serok Donald Trump û Balyozê Amerîka li Brîtanya Woody Johnson

Balyozê Amerîka li Londonê hikûmeta Brîtanî hişyar kir daku di piştgirîya Amerîka dom bike ya li hember pêkhatina Navokîya li gel Îranê.

Amerîka roja Yekşemê agehdarî da Brîtaniya ku di warê pêkhatina Navokî ya 2015an bi Îranê re li pişta Amerîka raweste weke ajnasa Reuters dibêje.

Her çende hevpeymanên Ewrûpî serokê Amerîka Donald Trump hişyar kir bûn ku derbarê pêkhatina navokî ya li gel Îranê ti biryaran nede, lê Trump biryar da ku Amerîka ji pêkhatina 2015an ya li gel Îranê vekişe ku li gor pêkhatina 5+1 ya sala 2015an sizayên li ser Îranê bihên hilandin li hember Îran projeyê xwe yê Navokî bi sînor bike û ragire.

Ji wî çaxî heta niha Almanya, Fransa û Brîtanya pêgirî bi pêkhatina li gel Îranê kirîye, lê Amerîka xwe ji peymanê vekişand û biryara toleyên nû li ser Îranê hatîye dan, Îranê jî ev yerk weke tevgeryanek yekalî ya Amerîka nirxand.

Balyozê Amerîka li Brîtanya Woody Johnson rexne li rejîma Tehranê girtin û got"Ew çalakiyên pîs encam dide û li şûna wê şer meşandinê fînanse û destek dike bê ku goh bide pêşxistina aborîya welatê xwe", herwiha Balyoz got, Îranê pêwîstî bi hin guherînan heye heta ku bihê astê welatên normal.

XS
SM
MD
LG