Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran li Kendavê Dest Datîne Ser Keştîyekê


Ajansa Reutersê ji zarê ajansa ISNA ya Îranî ragihand ku Nobedarên Şoreşa Îranê îro Duşemê li Kendavê dest danî ser gemîyekê, bi îdiaya ku ew bi qaçaxî 250,000 lître şewita dîzel dibir Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî.

“Keştî li nêzî girava Tunba Mezin ua Kendava Farisî hate girtin...û karkerên wê ji karbidestên istana Hurmuzgan r ehatin radest kirin,” ISNA ragihand.

Ajansa Îranî zelal nekir kesên desteserkirî ji kîjan welat û keştî ala kîjan dewletê radikir.

XS
SM
MD
LG