Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amadekarîyên Serhejmara Giştî li Îraqê


Avahiyê Saziya Amara Duhok
Avahiyê Saziya Amara Duhok

Hikûmeta Îraqê biryar daye di sala 2020 de, serhejmara giştî li ya şêniyan li seranserî îraqê encam bide.

Bi armanca amadekarî û peydakirina pisporîyê di warê serhejmartinê de, komîta amadekar û gelek karmend çûne welatên derve yên weke Urdon û Misrê jibo ku fêrî sîstema nû ya serhejmarê bibin, jiber ku dê serhejmarek elektronî be, ne weke yên berê be.

Çiyavan Abdulrazaq, Rêveberê Saziya Amarê(Ihsayê) li parêzgeha Duhok derbarê biryara serhejmara giştî li îraqê axivî û got "Komîta amadekar ya serhejmara Îraqê di sala 2020 an de, hatîye destnîşan kirin, ji endamên Komîtê 2 Kurd in".

Çiyavan Abdulrazaq Rêveberê Dezgeha Amara Duhok
Çiyavan Abdulrazaq Rêveberê Dezgeha Amara Duhok


Çiyavan herwiha dibêje "Komîtê heta niha serdana gelek welatan kirîye, jiber ku vê carê serhejmarî dê ya cûda be ji yên berê, vê carê bi rengek elektronî û bi forma elektronî dê pêk bihê".

Li gur serhejmarên ne fermî şêniyên herêma Kurdistana Îraqê 5 Mîlyon û 81 hezar kes in, û şêniyên parêzgeha Duhok 1.600.000 kes dijîn.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Herêma Kurdistana ji biryara hikûmeta Bexda ya encamdana serhejmariyê di sala bihê de nerazîye, ew dibêjin, çendîn sale em daxwaza encamdana serhijmariyê dikîn, lê her carê hikûmeta Îraqê ev daxwaz bi behanekê red dikir. Kurd ji ber rewşa kerkukê û herêmên nakokbar naxwazin niha serhejmarî bihê encamdan.

Berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Bexda gelek caran hevdu bi guhertina demografîya Kerkuk û herêmên nakokbar tawanabr kirin e.

Raporta Duhok-Selam Balayî 04 09 2109
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:42 0:00


XS
SM
MD
LG