Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolînvan Faysal Daglî Têkiliyên Îraq Û Tirkiyê Şirove Dike


Şirovekar û Lêkolînvan Faysal Dagli
Şirovekar û Lêkolînvan Faysal Dagli

Îraq û Tirkiye du welatên cîran û bi nakokin ji destpêka sedsala 20an heta niha, ev têkilî carna rihet û aştiyane, car jî, bi alozî û nakokîyan derbaz dibin.

Ji sedema hin xalên cewherî yên weke hebûna Kurdan li her du welatan, pirsgirêka avê, bi taybet çemê Firat û Dîcle, samanên jêr erd û pirsa ewlekariya sinoran pirgirêkên serekî ne.

Tirkiye jiber hebûna bingehên Partiya Karkerên Kurdistan PKK li herêmên çiyayî li Herêma Kurdistanê (Bakurê Îraqê) zextan li Îraqê dike ku bi Tirkiyê re hevkar be jibo şerê li dij şervanên PKK'ê.

Şirovekar û Lêkolînvan Faysal Dagli
Şirovekar û Lêkolînvan Faysal Dagli

Herî dawî meha bûrî Îraqê bang li Balyozê Enqerê li Bexda kir bû jiber bambebarana balefirên Tirkiyê bo ser kampa Maxmûr û Şengalê ku hejmarek sivîl di wan êrîşan de hatbûn kuştin û Tirkiyê jî got bû, balefirên wan, bingehên PKK'ê bombebaran kirine.

Helbet pirsa ava Dîcel û Firat ji kevin de ciyê alozî û pirsgirêkên di navbera her du welatan de ye. Dîsan salên dawî firotina petrol Herêma Kurdistnaê beşekî din yê nakokiyên di navbera Bexda û Enqerê de ne, hikûmeta Bexda dibêje, Herêma Kurdistana Îraqê bi şêweke ne rewa petrolê dişîne Tirkiyê û zelalî di dahatê firotina petrolê tu neye, û nayê zanîn kanê ew pere çende û diçe kîderê.

Ev pirs û xalên nakokbar yên di navbera Bexda û Îraqê ji aliyekê û di nava Kurdan û Tirkiyê de ji aliyê din, di bernama Hello Washington de hatin şirove kirin.

Şirovekar û Lêkolînvan Faysal Dagli, ev mijar şirove kir û ronî xiste ser girngtirîn xalên nakokbar yên di navber Îraq û Tirkiyê de.

Hello Washington 04.01.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:49 0:00

XS
SM
MD
LG