Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di xwepêşandanên Îro de 1 Xwenîşander li Bexda Hate Kuştin, 25 jî Birîndar Bûn


Jêderên saxlemî û ewlekarî yên Îraqî ji Reutersê re ragihand ku di xwepêşandanên îro de herî kêm 1 xwenîşander li Bexda hate kuştin, 25 kesên din jî birîndar bûn.

Jêderan da zanîn ku piştî ku hêzên ewlekarîyê bi gazên rondikrêj êrîş birin ser xwepêşanderan bûyerên kuştin û birîndakirin çêbûn.

Jêderên saxlemîyê ji ajansê re got ku xwepêşanderek di encama lêxistina kapsuleke gaza îsotê de li Qada Tahrîrê hate kuştin.

“Kesên xirabkar êrîş birin ser barîkatan yên ser pira Sinak û hêzên ewlekarîyê hêza nekujer bi kar anîn ku wan rawestînin,” berdevkikekî serokwezîrîya Îraqê got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku di xwepêşandanan de, ku di 1'ê Cotmehê de dijî sîstema partîyên sîyasî û hikûmetê destpê kiribûn, heta niha pirtir ji 450 kes li Îraqê hatine kuştin.

Xwepêşanderên ku piranîya wan ciwan in, li hember xizanîyê li kolanan in û daxwaza guhertina sîstema sîyasî ya Îraqê dikin.

XS
SM
MD
LG