Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq Ser Operasyonên Leşkerî yên Tirkîyê Hişyarî Dide Enqerê


Berdevikê wezareta derve yê Îraqê Ahmed El Sahaf îro Înê got ku ew dikarin li pêş Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî gilî li dijî Tirkîye tomar bike, ger Enqere dawî li operasyonên xwe yên li bakurê welêt neyîne.

"Em hemî awayên operasyonên yekalî red dikin ku serwerîya me binpê dikin. Me bi daxuyanîyeke şermezarkirinê destpê kir û em dikarin bi wergirtina piştgirîya Yekîtîya Erebî û Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) hewlên xwe xurt bikin û Tirkîyê li pêş Civata Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî gilî bikin,”Sahaf got.

Wî bi berdewamî got ku kiryarên yekalî yên Îraqê dê ewlehîyê baştir neke û encamên erênî ji hewilên hevbeş yên şerê dijî terorrê neyîne.

Sahaf da zanîn ku Bexda jibo gotûbêjkirina operasyona Tirkîyê, serlêdana Yekîtîya Erebî kiriye ku cîvîneke awarte pêk bîne.

Wî bal kişand ku hikûmeta Îraqê bona sekinandina operasyonên Tirkîyê, pêdaçûnê li ser bijareyên xwe yên ser peywendîyên bazirganî û aborî yên bi Tirkîyê re dike.

XS
SM
MD
LG