Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Biyara Lêborîna 9 Lîderên Referanduma 2017an Ya Katalonya Dide


Meşeke aligirên serxwebûna Katalonya 20 ê Hezîranê, 2020 li dij serdana Şah Felipe VI û Qiralîçe Queen Letizia.
Meşeke aligirên serxwebûna Katalonya 20 ê Hezîranê, 2020 li dij serdana Şah Felipe VI û Qiralîçe Queen Letizia.

Hikûmeta Îspanya roja Sêşemê biryara lêborînê bo 9 girtiyan da, yên ku di sala 2017an rewaca referanduma ne yasyî ya serxwebûna herêma Katalonya kirbûn, biryareke wêrek ya nehiştina qeyrana siyasî ya li ser hev kombûyî li bakurê rojhilatê welat tê nirxandin.

Biryara hikûmeta çepgir gelek kes li Îspanya tore kirin, heta ku hin kesên gelek aligirên cûdabûna Katalonya bûn gotin ku lêborîn ne pêngavek li pêşe.

Çima Hatin Girtin?

Hesta serxwebûnê li herêma Katalonya ya Îspanya di 20 salên borî de zêde bûye, atmosfêra li cîhanê ya siyasî û pirr cemserî guherîn çêkirin, gelek Katalonî ku di zengînin jî, heta astek bilind desthilatek otonum jî heye, hest dikin ku ew gelek hikûmeta navendî gelek bacê ji wan distîne.

Li oktobera sala 2017an, hikûmeta herêma Katalonya dest bi refernaduma serxwebûnê kirbû, her çende dadgehên herî bilind li Îspanya hişyarî dabû ku dengdana di ser serweriya niştîmanî re dê binpêkirina destûra bingehîn be.

Di wê refernadumê de hin sendîka û saziyan deng nedan, lê 2 milyonan kesan ji hejmara 5.3 mîlyon dengderan dengê xwe bo serxwebûnaê bikar anîn, herçende helmet û êrîşên polîs bi tundî li dij wan hebûn ku 100an kes birîndar bûn.

Parlemena Katalonya jî roja 27ê Oktoberê biryara serxwebûnê da, lê jibo piştevaniya nêvdeweltî serketin bidest nexist.

Hikûemta Madrîd 10an lîderên refernaduma serxwebûnê girtin û serokê herêma Katalonya Carles Puigdemont û hind hevalên wî reviyan derveyî welat.

Dadgeha Îspanî ya blind sala 2019ê 12 kes weke tawanbar di pirsa serxwebûnê û tawanên cûda de, di nav de hewildana peydakirina ajawegêriyê di welat de û bi çewtî karanîna malê giştî û serhildana li dij dewletê hatin dageh kirin.

Dadgehê 9 ji wan kesan girtin, û 3 jiwan bi pereyan hatin ceza kirin, bê ku bêne zîndan kirin.

Kîne Yên Hatine Efû Kirin?

Cîgirê serokê Herêma Katalonya Oriol Junqueras bi cezayê herî giran 13 salan hat sizadan, bi tawana ku samanê giştî çewt bikar anîye û daxwaza ajawegêriyê kirîye.

8 kesên din her yek ji wan bi 8 salên girtinê hatin ceza kirin, di nav de endamên civata wezîran ya hikûmeta herêmî ya Katalonya hebûn, û Carme Forcadell serokê berê yê Parlemena Katalan, û Jordi Sanchez û Jordi Cuixar lîderên Komela Millî Ya Serxwebûnê bi sizayê di navbera 9-12 salên girtinê de hatin ceza kirin.

Nihe tê çaverê kirin ku ew bihên azad kirin piştî ku 3,5 sal û nîv di zîndanê de derbaz kirîn, dibe ku bo çendîn salan qedexe be wezîfek fermî werbigrin.

XS
SM
MD
LG