Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Bi Êrîşên Esmanî yên li Yemenê 31 Kes Hatin Kuştin


Husîyên li Yemenê ragihandin ku di êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşangîya Erebistana Saudî de bi dehan sîvîl hatine kuştin.

Jêderên herêmî didin zanîn ku di nav kuştîyan de zarok jî hene.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara kuştîyên wan êrîşên esmanî 31 e.

Ew êrîşên esmanî, piştî Husîyên bi piştgirîya Îranê îdia kirin ku wan firokeke Erebistana Saudî bi muşekekê anîye xwarê, li dar ketin.

Berdevikê koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî da zanîn ku firokeke wan ketiye, lê sedema wê eşkere nekir.

Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî di Adara 2015’an de dest bi êrîşên dijî Husiyan kiribû.

Husîyan di 2014’an de Sana ya paytexta YemenÊ bi dest xistibûn.

XS
SM
MD
LG