Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser rewşa kêşeya Kurdan li Turkîye axift


Li ser pêngavên Turkîye bo çareserîya kêşeya Kurdan li vî welatî Şerafettîn Elçî serokê Partîya Demokratîka Beşdar KADEP û siyasetvanê Kurd, herwisa wezîrê berê di hikumeta Turkîye de jibo Dengê Amerîka di hevpeyvînekê de axift.

Rêzdar Elçi dibêje partîyên siyasî yên wek CHP, MHP siyaseta wan dijî Kurdan e belê bi partîya AKP re ev yek nine belê mecbûr e têklatîya xwe bi Kurdên Iraqê re û Kurdên xwe re baştir bike da ku Turkîye roleke girîng li Rojhilata Navîn bileyze.

Belê dibêje ew gavên ku AKP davêje têra çareserîyê nake û herçende Kurdên Iraqê bixwazibin ku pêywendîya wan û Turkîye xweşbe jî, Turkîye bi vê rejîma xwe hêjta amade nine ku digel Kurdên Iraqê têklatîye birêve bibe jiber ku hêjta Herêma Kurdistana Iraqê qebûl nekirîye.

Gelî guhdaran heke bixwazin guh bidine dirêjahîya vê hevpeyvînê ji kerema xwe lînka ku li destê rastê ye lêdin.


XS
SM
MD
LG