Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Qûrbanîyên Din yên Keştîya Îtalî Hatine Dîtin


2 Qûrbanîyên Din yên Keştîya Îtalî Hatine Dîtin

Karbidestên Îtalî dibêjin, wan termên du qûrbanîyên din yên keştîya Costa Concordia dîtine. Karbidest didine zanîn ku hejmara qûrbanîyên bûyerê geheştîye 15 kesan.

Keştîya Îtalî ya bi navê Costa Concordia di 13'ê Rêbendana 2012'an de li ber perava Îtalyayê gelek nêzîkî kenarê Girava Giglo wergerîyabû û bi alîyê xwe ve ketibû xwarê.

Rêvebirê Ajansa Parastina Sîvîlan ya Îtalî, Franco Gabrielli îro Duşemê got, ajnevanên hawarçûnê termên du jinan li nêzîkî înternet kafêya keştîyê peyda kirin.

Gabrielli lêzêde kir û got, wekî qûrbanîyên din, nasnameyên wan du kesan jî hîn eşkere nebûne.

XS
SM
MD
LG