Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qûrbanîyekî din yê Keştîya Costa Concordia Hate Dîtin


Ajnevanên hawarçûnê termên qûrbanîyan digerin.
Ajnevanên hawarçûnê termên qûrbanîyan digerin.

Karbidestên Îtalî dibêjin, wan îro Sêşemê termê qûrbanîykî din yê keştîya Costa Concordia peyda kir.

Karbidest dibêjin, ajnevanên hawarçûnê termê qûrbanî li qata sisêyan ya keştîyê dît, dema ew dest bi hewildana valakirina 2.000 ton şewita keştîyê dikin.

Di heman demê de, karmendên hawarçûnê yên Hollandî hazirîya valakirina şewita gemîyê dikin û loma jî alavek bi keştîya Costa Concordia ve girê didin.

Karbidest dibêjin, amadehîya valakirina wê çend rojan bidome û ew çaverê nakin ku ew kar heta roja Yekşemê destpê bike.

Karbidestên Îtalî her wiha didine zanîn ku hejmara qûrbanîyên bûyerê geheştîye 16 kesan, lê bi kêmî ve, 16 kesên din hîn jî hinda ne.

Keştîya Îtalî ya bi navê Costa Concordia di 13'ê Rêbendana 2012'an de li ber perava Îtalyayê gelek nêzîkî kenarê Girava Giglo wergerîyabû û bi alîyê xwe ve ketibû xwarê.

XS
SM
MD
LG