Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dozgerên Fransî Dest bi Vekolîneke Ser Keştîya Îtalî Dikin


Gemîya Costa Concordia
Gemîya Costa Concordia

Dozgerên Fransî vekolînek destpê kir ku sedema wergeryana keştîya Îtalî ya bi navê Costa Concordia ya meha çûyî bizanin.

Ofîsa dozgerên Parîsê îro Pêncşemê radigihîne ku ew îro ji polîsên Fransî xwestîye ku ligel rêwîyên Fransî yên keştîyê ku ji bûyerê sax filîtîne, biaxifin ku berpirsên qazayê ron bikin û zîyanên piskolojîk baştir bizanin.

Pirtir ji 450 Fransî li nav gemîya Costa Concordia bûn, dema wê di 13'ê Rêbendana 2012'an de li ber perava Îtalyayê nêzîkî kenara Girava Giglo wergerîyabû û bi alîyê xwe ve ketibû xwarê.

Di qazayê de 17 hatibûn kuştin ku 4 ji wan hemwelatîyên Fransî bûn. Di bûyerê de, 2 ji wan Fransî nêzîkî 15 kes ji hinda bibûn ku niha wekî mirî têne hesibandin.

XS
SM
MD
LG