Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrîyê Hikûmeteke Nû Ragihand


Serokê Sûrîyê Beşar Esed roja Semîyê hikûmeteke nû ragihand, lê belê postên sereke wekî wezareta derve, bergirî û hundir ne hatîne guhertin.

Hikûmet bi serokatîya Riyaz Ferîd Hîcab e, wezîrê berê yê çandinê ku endamekî dilsoz e yê Partîya Bees ya desthilatdar.

Piştî serhildana Sûrîyê, Beşar Esed soz dabû ku reformên siyasî pêk bîne. Piştî hilbijartinên 7’ê Gulanê yên parlemanê, Esed soz ragihand ku hikûmetê berfirehtir bike bi awayekî bêhtir partîyên siyasî tê de beşdar bin.

Opozisyonê hilbijartinên parlemanî boykot kir û ragihand ku ew jibo berjiwendîyên Esed hatine durist kirin.
XS
SM
MD
LG