Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye dê Gavên Pêwîst Bavêje


Tirkîyê soz da ku gavên pêwîst bavêje wekî bersiv hember mikurhatina Sûrîyê ser xistina firokeyek şer ya Tirkîyê ku li ser asmanê Sûrîyê firîya bû.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan daxuyanîyek derxist piştî kombûneke ewlekarîyê li Enqerê, ku têde got ewê bersiveke durist bêy dayîn piştî hemû rastîyên derbarê bûyerê werin zanîn.

Karbidestên Sûrîyê gotin firokeya şer bi awayekî nizim roja Înê li ser Behra Sipî difirîya dema ku hate xistin.

Hêzên Sûrîyê alîkarîya Tirkan dikin di lêgerîna li herdu firokevanên windayî yên Tirk de.
XS
SM
MD
LG