Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Davutoglu: Balafir li Esmanê Navneteweyî Bû Dema Hate Xistin


Ahmet Davutoglu.
Wezîrê derve yê Tirkîyê dibêje balafira Tirkîyê li esmanê navneteweyî bû dema ji layê Sûrîyê ve hate xistin.

Ahmet Davutoglu roja Yekşemê gote televizyona TRT ku firokevanên balafirê sîstema radara balafirê diceriband û bo demekê kurt balafir derbasê esmanê Sûrîyê bû.

Davutoglu dibêje 15 deqîqeyan piştî balafir esmanê Sûrîyê hêla, ji layê rejîma Sûrîyê ve hate xistin.

NATO’yê ragihand ku nûnerên wê roja Sêşemê bi karbidestên Tirkîyê re kom dibin jibo encamdana gotûbêjan li ser wê bûyerê. NATO’yê ragihand ku Tirkîyê daxwaza lidarxistina wê kombûnê kiriye.
XS
SM
MD
LG