Tirkîyê ji hevbendên xwe yên NATO’yê daxwaz dike bersiveke tund bidin xistina Sûrîyê ya firokeyeke wê roja Înê. Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Bulent Arinc dibêje, di civîneke lezgîn ya NATO’yê de roja Sêşemê, dê welatê wî daxwaz bike ev xistin wekî êrîşekê ser hemû hevpeymanîya NATO’yê bête ber çavan. Ev yek dibe ku bibe bersiveke leşkerî hevbeş jî. Lê peyamnêr Dengê Amerîka li Londonê Al Pessin dibêje pispor çaverê nakin kombûna Sêşemê bibe egera şer.

Tirkîyê daxwaza kombûnekê kir, li jêr Benda Çaran ya NATO’yê ku maf dide endaman daxwaza civînekê bikin, eger yekîtîya xaka wan, serxwebûna wan ya sîyasî an ewlekarî di mestirîyê de be. Lê Cigirê Serokwezîrê Tirkîyê roja Duşemê got, dê welatê wî daxwaz bike xistina firokeyê têxe bin Benda Pêncan, wekî êrîşek dijî hemû NATO’yê, ku derîyê bersiveke leşkerî hevbeş vedike.

Tevî wiha, pisporê Tirkîye û Ewropayê Fadî Hakura li navenda Chatham House ya lêkolînan dibêje, hikûmeta Tirkîyê dixwaze xuya bike ku ewê tiştekî tund bike û piştgirîya hevalbendên xwe bide hev bêy ku bi rastî şerekî destpê bike.

Birêz Hakura dibêje, Benda Çaran ne wek ya Pêncan e. Benda Çaran tenê rengeke ji şêwirdarîyan e navbera hevbendên NATO’yê. Û ew e bi rastî tiştekî ku Tirkîyê di vê qonaxê de lê digere. Hakura dibêje, ew bawer nake Tirkîyê çi rengê rûbirûtîya leşkerî ya rasterast ligel Sûrîyê plan dike. Ew bêtir wekî rahêraneke têkilîyên giştî ye ne ku giftûgoyeke kargêr be an bersiveke kargêr be.

Di kombûneke Yekîtîya Ewropayê li Luksemborgê, ku gelek welatên li civîna Sêşemê ya NATO’yê li Brûkselê beşdar in, lê amade bûn, seroka Sîyaseta Derve ya YE Catherine Ashton banga bersiveke sînorkirî ser xistina firokeyê kir.

Xanim Ashton dibêje, ew ligel Wezîrê Derve yê Tirkîyê bi taybetî derbarê vê yekê axivîye. Ashton her wiha dide xuya kirin, ew gelekî derbarê tiştê ku çê bûye xemxwar in, û helbet ji Tirkîyê çaverê dikin ku di bersiva xwe de aram be.

Di heman kombûnê de, wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê xistina firokeya Tirkîyê şermezar kirin û li hev kirin ku hin sizayên aborî li dijî Sûrîyê zêdetir bikin.

Tirkîyê roja Duşemê ragihand ku bêtir efserên payebilind yên artêşa Sûrîyê derbasî xaka wê bûne û tevlî hêzên leşkerî yên opozisyonê bûne.

Lê Anthony Skinner, mezine şirovekarê kampanîya nirxandina rîskê ya Maplecroft ya Brîtanî dibêje, ev ne xaleke guhertinê ya bingehîn e di vê krîzayê de.

Birêz Skinner dibêje, eger mirov bala xwe bide hebûnên starejî li ser erdê, tiştek nehatîye guhertin. Eger ti plan jibo destkarîyeke leşkerî li Sûrîyê hebe, dê encamên wê gelekî dijwar bin. Ji ber wê, ev tenê beşeke ji bersiveke siyasî giştî.

Şirovekar dibêjin, ew ne mumkin be Rûsya û çîn erê bikin ku Civata Ewlekarîyê ya NY hêzê bikar bîne. Şirovekar herwiha dibêjin, çi karekî leşkerê ku were kirin, dê nakokîyeke herêmî çê bike ku Îran, Erebistana Saudî û Îsraîl têde beşdar bin. Ew dibêjin ev hin ji sedemên ku NATO’yê ti operansyoneke leşkerî li Sûrîyê pêknanîye ji dema ku serhildanê berê bêtir ji salekê destpê kir.

Lê pispor dibêjin, xistina firokeya Tirkîyê renge bandorê li wê yekê bike ku Tirkîyê û welatên din bêtir alîkarîyê bidin opozisyona Sûrî, di nav de sîxorî û çek.