Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Serhildayên Kurd de Çar Leşkerên Tirk Hatin Kuştin


Çar leşkerên Tirk ji layê serhildayên Kurd ve hatin kuştin, li gor ragihandina karbidestên Tirkîyê.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan di press konferansekê de roja Çarşemê got ku leşkerên Tirk di şer û pevçûnekê de li bajarokê Dihê (Eruh) li Sêrtê hatin kuştin.

Li heftîya bihurî jî, di pevçûnekê de li nêzîkî sînorê Herêma Kurdistana Îraqê, heşt leşkerên Tirk hatin kuştin. Serokwezîrê Tirkîyê got ku di pevçûna Hekarî de herwiha 31 serhildayên Kurd hatin kuştin.

Piştî êrîşa Hekarî, balafir û helîkopterên Tirkîyê du caran êrîşa bingehên serhildayên Partîya Karkerên Kurdistanê li bakurê Îraqê kirin.
XS
SM
MD
LG