Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî: Şer li Sûrîyê Tundtir Dibe


Lêvekolên Neteweyên Yekbûyî dibêjin şer li Sûrîye bi awayekî diramatîk tund dibe tevî sozên hikûmet û hêzên serhildayan jibo rawestandina tunûtûjîyan li gora plana aştîyê ya Kofî Annan, nûnerê taybetê navneteweyî bo Sûrîye.

Di raportekê de roja Çarşemê, encûmena Mafên Mirovan ya N.Y. ragihand ku rewşa Sûrîyê bi şêweyeke xeter û bilez xirab dibe. Li gor raporta lêvekolên N.Y., belgeh hene derbarê zêdegavîyan liser mafê mirovan ji layê herdû alîyan ve, lê belê tundûtûjîya hêzên hikumeta Sûrî ve gehiştine astekî xeter.

Li gorî raportê, dibe ku hêzên hikûmetê berpirsyar bin bermaberî piranîya kuştinên êrîşa 25’ê Gulanê bajarê Hûlê, ku bû sedema mirina 108 kes kesan, lê belê di heman dem de raport radigihîne ku rolê opozisyonê yan hêzên bîyanî nahêt jibîr kirin û vekolîn liser wê her berdewam e.
XS
SM
MD
LG