Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Behreynê Çalakvaneke Navdar Birîndar Dikin


Şahid dibêjin, Polîsên Behreynî çalakvaneke navdar ya mafên mirovan birîndar kirin, piştî gule berdan lîngê wê û gaza rondik-rêj bi ser de avêtin.
Yûsif el-Muhafaza, endamê Navenda Behreynî ya Mafên Mirovan got, wî dît çawa polîsan qutîya qazê ji nêzîk ve avêtin ser Zeyneb el-Xawaja piştî xwenîşanderên dijî hikûmetê li gundê Burî li başûr rojavaya paytextê, Manama kom bûbûn.
Li gor çalakvan got, diyar e polîs xanim Xawaja dinasî.
Birînên xanim Xawaja nabin metirsî li jiyana wê. Wêneyên ji alîyê Associated Press ve hatin weşan din, diyar kirin çawa lingê wê yê rastê di nav xwînê de ma bû.
Xawaja keça çalakvanê zindankirî Abdulhadî Xawaja ye ku girêva wê ya birçîbûnê, ku sed rojan dirêj dike, careke din baldarîya navnetewî anî ser tevgera protestoyan li Behreynê.
Desthilatdarên Karûbarên Ragihandinê got, polîsan îdiaya xanim Xawaja wernegirtine, lê kêşeyên ji vî rengî bi cidî distînin.
Ligel pêla Buhara Ereb, Şîayên Behreynê jî berî 16 mehan dest bi protestoyên dijî desthilatdarên Sunnî kirin. Di encamê de 50 bi kêmanî hatin kuştin, li girava ku Keştîyeke şer ya Amerîkî lê dimîne.
XS
SM
MD
LG