Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton ligel Lavrov jibo Sûrîyê Kom Dibe


Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton roja Înê danûstandinan ligel hevtayê xwe yê Rûs Segei Lavrov bike, berî konferansa navnetewî ser krîza Sûrîyê.
Clinton û Lavrov dê dê li St. Petersburg kom bibin di hewldanekê de jibo çareserkirina cudahîyên ser plana veguhestinê li Sûrîyê.
Hêzên herêmî û cîhanî plan dikin roja Şemîyê li Jinêvê kom bibin li ser daxwaza nûnerê aştîyê yê navnetewî Kofi Annan, yê ku dixwaze ev hêz li ser fikrên nû li hev bikin derbarê nakokîya Sûrîyê. Jêderên diplomasî yên NY dibêjin, Annan pêşniyar dike ku hikûmeteke yekbûyî li Sûrîyê were damezrandin bêy ku Serok Beşar Esed were dûr xistin, lê ew kesên ne aramî li welêt kirin dê werin qedexe kirin.
Lavrov got, çi çareserî jibo krîzayê divê bi riya gelê Sûrîyê bixwe be. Wî got, Rûsya, ku hevbendeke demdirêj ya hikûmeta Esed , dê piştgirîya destkarîya ji derve neke.
Ji dema krîza Sûrîyê destpê kiriye, Rûsya red dike ku Esed desthilatê radest bike.
Grûbên opozisyona Sûrîyê dibêjin ew ti plana veguhestineke siyasî qebûl nakin eger têde ne eşkere bike ku Esed ji desthilatê dakeve.
Roja Pêncşemê, Clinton li Latvia got ku çi çareşerî were pêşniyar kirin, divê standardên navnetewî yên mafên mirovan, hikûmeteke berpirs, hikûmê qanûnê û derfetên wekhev jibo hemû gelê Sûrîyê têde eşkere bin. Clinton got, çarçoveya Annan digihêje van xalan.
XS
SM
MD
LG