Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Cîhanî li Ser Sûrîyê li Jinêvê Kom Dibin


Clinton li kombûna Jinêvê
Hêzên cîhanî û herêmî danûstandinên li paş dergehên girtî destpê kirin jibo parastina plana nûnerî navnetewî Kofî Annan da dawîyê li tundûtûjîyê li Sûrîyê bînin û çareyeke siyasî ji krîzayê re peyda bikin.
Karbidestên her pênc endamên herdem yên Civata Ewlekarîya NY anku, Amerîka, Rûsya, Çînm Brîtanya û Fransa roja Şemîyê li Jinêvê kom bûn. Nûnerên çend welatên Ereb jî di kombûnê de beşdar bûn.
Berî civînê, Wezîrê Derve yê Brîtanya William Hague bang li Rûsya û Çînê kir ku ligel hêzên Rojava li ser plana veguhestina siyasî jibo Sûrîyê li hev bikin. Hague got, ewê tiştekî zehmet be.
Hague herwiha got ku pêşerojeke aram li Sûrîyê tê wê wateyê ku Serok Beşar Esed divê desthilatê ji dest bide.
Rûsya, ku hevalbendeke demdirêj ya Sûrîyê ye, gotiye çi çareyek bo krîzayê divê bi riya gelê Sûrîyê were kirin. Çîn helwesteke nêzîkî vê yekê dide.
Birêz Annan banga hikûmeteke yekbûyî kir ku kesên ne aramî li Sûrîyê pêk anîne dûr bixin. Plana bi eşkereyî nabêje divê Esed ji desthilatê dakeve.
XS
SM
MD
LG