Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê û Leyla Zana Civîyan


Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemîyê li Enqerê bi Parlamentera Serbixwe ya Dîyarbekirê Leyla Zana re hevdîtinek pêk anî.

Di hevdîtinê de, ku saet û nîv dewam kir, cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay jî amade bû.

Piştî civînê ji herdû alîyan tu daxuyanî nehat dayîn lê dema ku Serokwezîr diçû parlamentoyê, li ser pirsê bo rojnamevanan got ku hevdîtin gelek baş derbas bûye û ew di wê bawerê de ye ku ev hevdîtin dê bi feyde be. Serokwezîr Erdogan da zanîn ku Leyla Zana roja yekşemê, di derbarê hevditinê de, dê daxuyanîyek bide.

Parlamentera Serbixwe ya Dîyarbekirê Leyla Zana, li ser çareserîya Pirsgirêka Kurd, di 14 meha Hezîranê de hevpeyvînek da rojnamevanên rojnameya Hurriyetê Enis Berberoglu û Metehan Demir.

Leyla Zana di hevpeyvîn de gotibû ku ew ji Serokwezirê Tirkîyê bawer e ku ew bixwaze dikare pirsgirêka Kurd çareser bike.
Li ser vê hevpeyvînê Hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş, Leyla Zana rexne kir û got her kî ji Serokezîr bi hêvî be, ev safin û weke AKP’ê dihizirin.”

Serokê giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî jibo hevdîtina Serokwezîr û Leyla Zana'yê got her kê ji bo çareseriyê hewl bide ew ji wan re spasdar e û ger ji vê hevdîtinê ji bo çareserkirinê encamek derkeve ewê jî piştgirîyê bidine wan.

Roja Yekşemê di saet 11’ê de, Leyla Zana li parlamentoyê di derbarê hevdîtinê de dê daxuyanîyek bide çapamenîyê. Ji alîyê dinê ve Hevserokên BDP Selahattîn Demîrtaş û Gulten Kişanak û Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk Ahmet Turk û Aysel Tugluk jî di heman saetê de, li Dîyarbekirê, dê civinek çapamenîyê lidarbixin. Çaverêye ku Hevserokên BDP û KCD di derbarê civîna Serokwezîr Erdogan û Leyla Zana de daxuyanîyêk bidin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG