Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Spanya Dîsa Bû Qehremana Ewropayê


Tîma futbola Spanyayê jibo cara sêyemîn di dîroka xwe de bû qehremana Ewropayê.

Di maça fînala kupaya welatên Ewropayê de, ku şeva Yekşemê li Kîevê birêve çû, Spanya 4-0 Îtalya têk bir.

Golên Spanyayê ji layê David Silva, Jordi Alba, Fernando Torres û Juan Manuel ve hatin tomarkirin.

Bi hezaran kes li bajarên seranserê Spanyayê hatine ser şeqaman jibo dîyarkirina kêfxweşîya xwe.
XS
SM
MD
LG