Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Teqînên Îraqê bi Kêmî ve 36 Kes Hatin Kuştin


Li jimarek teqînan li çend bajêrên Îraqê bi kêmî ve 36 kes hatin kuştin û nêzîkî 100 kesên din brîndar bûn.
Teqîna mezin Sêşembî li bajêrê Dîwanîye li başûr, ku li wêrê kamyonek bombekirî li bazarekê bi kêmî ve 25 kes kuştin.
Karbidestan hatin û çûn li wî bajêrî ku 150 kîlomêtran li başûra Bexdayê ye berbend kirîye.
Li deverk din, du otombêlên bombekirî, ku we diyare zîyaretvanên Şîa kiribû armanc, çar kes li naverasta bajêrê Karbala kuştin, ku li wêrê zîyaretvan kom dibin bo rêûresmek olî dawîya vê heftîyê.
Herweha li bakura Baxdayê û li bajêrê Tacî çend bombe teqîn.
Li heftîyên vê dawîyê tûndtûjî li Îraqê zêde bûne. Li êrîşên meha şeş bi kêmî ve 237 kes hatin kuştin.
XS
SM
MD
LG