Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Cejna Roja Serxwebûnê Pîroz Dike


Roja 4’ê Tîrmehê, 236-emîn salvegera Serxwebûna Amerîka ye.

Amerîka li sala 1776 serxwebûna xwe ji Brîtanyayê ragihand.

Di vê rojê de cejn, konsert, şahî û seyran li seranserê welatî tên kirin. Li Washington a paytext, bi sedan hezar kes têne National Mall jibo dîtina yek ji mezintirîn nimayişên fîşekên hewayê.

Her bi helkefta Roja Serxwebûnê, Serok Barack Obama li Seraya Spî mêvandarîya hejmareka leşkerên Amerîkî dike.

Dokumenta serxwebûnê ji layê Thomas Jefferson ve hate amadekirin û li roja 4’ê Tîrmehê ya sala 1776’ê ji layê Kongresa Kontinentalê ve hate pejirandin.
XS
SM
MD
LG