Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reng e Arafat Hatibe Jehirkirin


Yasir Arafat
Weha eşkere dibe ku hin hêmanên jehra poloniumê li nav cilûbergên serokê berê yê Filestînî Yasir Arafat hatine dîtin, li gorî Enstîtuya Radiophysics li Swîsrayê radigihîne.
Peyvdarê enstituyê Darcy Christen gote ajansa nûçeyan ya Reuters ku astine bilind ji madeya polonium – 210 di nav cilûbergên Arafat de hatin dîtin.
Rêvebirê enstituyê Francois Bochud gote televizyona Jazeera ku riya bi tenê bi piştrast bibe ka Arafat, ku sala 2004an mir, hatiye jehrkirin, ew ku termê wî ji bin erdê were derxistin.
Jinbîya Arafat, Suha, gote Jazeera ku ewê daxwaz bike termê hevjînê wê ji dervera Kenara Rojava were derxistin.
Arafatê ku Rêxistina Rizgarîya Filestînê çil salî birêve bir, li temenê 75 salî li nexewşxaneyeke Parîsê mir. Li gor qanûnên taybetmendîyê, karbidestên Fransî sedema rastîn ya mirinê eşkere nekir.
XS
SM
MD
LG