Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zêbarî: Çekdarên El Qayde li Îraqê Derbasî Sûrîyê Dibin


Huşyar Zêbarî.
Wezîrê derve yê Îraqê dibêje ku li gor pêzanîn û agehiya hikûmeta Îraqê, çekdarên El Qayde li Îraqê derbasî Sûrîyê dibin jibo encamdana êrîşan li wî welatî.

Di gotarekê de bo peyamnêran roja Pêncşemê, Huşyar Zêbarî got karbidestên Îraqî nîgeran in ku tundûtûjîya Sûrîyê li tevaya Rojhilata Navîn belav be.

Zêbarî got ku ev çend sal in hikûmeta Bexdayê Şamê agehdar dike beramberî hatin û çûna çekdarên El Qayde li navbera Îraq û Sûrîyê.

Zêbarî herwiha dibêje ku qeyrana sîyasî ya Îraqê sedema serekî ya zêdebûna tundûtûjîyan e li welatê wî.
XS
SM
MD
LG