Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Berêkana Helbijartinên Serokatîyê li Ohio û Pennsylvania Dike


Serokê Amerîka Barack Obama gehişte bajêrê Toledo li wêlayeta Ohio, ku li wêrê berêkana xwe ya helbijartinên serokatîyê destpêkir. Serok Obama roja Pêncşembî bi otobûsek taybet gehişta devera Maumee li bajêrê Toledo û li wêrê di peyvekê de bo hevwelatîyan got dê bizavê ket bo berpirsyar kirina Çînê beramber kiryarên wê ku zîyanê digehîne sazkariya Otombîlan li Amerîka.
Hejî gotinê ye yêk ji mezintrîn kargehên çêkirina otombîlan li Amerîka ya li bajêrê Toledo.
Biryare Serok Obama li berêkana helbijartinan sibe seredana welayeta Pennsylvania bike. Ev du welayete gelek giringin bo helbijartinên serokatîyê ku li meha yazde dê bên kirin.
XS
SM
MD
LG