Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çîn Rexneyên Clinton Derbarê Sûrîyê Red Dike


Liu Weimin, peyvdarê Wezareta Derve yê Çînê
Çîn rexneyên Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton red dike ku Çîn û Rûsya hewldanên dawîkirina nakokîya Sûrîyê radiwestînin bi riya piştgirîya Serok Beşar el-Esed.
Peyvdarê Wezareta Derve ya Çînê Liu Weimin roja Şemîyê got, şiroveyên Clinton yekcar nayên qebûl kirin.
Wî got, Çîn piştgirîyeke berfireh di nav endamên civaka navneteweyî de heye jibo helwesta wê hember Sûrîyê. Û ew hewldana jibo kêmkirina Çînê dê bi sernekvin.
Di kombûna roja Înê de li Parîsê jibo hikûmetên piştgirîya dijberên birêz Esed dikin, Clinton got, nayê qebûl kirin ku Rûsya û Çîn berdewam dikin ku rê li ber çareserîyeke aştîyane jibo krîza li Sûrîyê bi riya piştgirîya Serok Esed. Wê rexne li Rûsya û Çînê kir derbarê ragirtina wan li ber pêşveçûnê.
Rûsya û Çîn, ku herdu endamên herdem yên Civata Ewlekarîya N.Y. ne, çend caran kiryarên dijwar yên Civatê dijî Sûrîyê veto kirine. Yek ji wan jî beşdarî konferansa Parîsê nebû. Lê belê, wan qebûl kiriye ku desteyeke hikûmî ya veguhêz li Sûrîyê pêk were.
Çîn û Rûsya hevalbendên herî bihêz yên Sûrîyê ne.
Di pêşketineke din de roja Şemîyê, Karbidestên Libnanî dibêjin mûşekeke Sûrî sê kes kuştîye û bi kêmanî neh kesên din li gundên bakurê Libnanê birîndar kiriye.
Serhildayên Sûrîyê ku dixwazin Esed bi desthilatê biroxînin, bakurê Libnanê wekî wargeh bikar anîne, û hêzên Sûrîyê jî her gav êrîşên kujer birine herêmên sînorî li Libnanê û tirsa belavbûna nakokîyeke herêmî durist kirine.
Di tundûtûjîya dawî de li Sûrîyê bêtir ji 50 kesên dijî hikûmetê roja Înê hatin kuştin, li gorî ku Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand.
XS
SM
MD
LG