Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwekujerek li Îraqê Bombeyek Bi Malbata Xwe De Teqand


Êrîşbirekî xwekuj li rojavaya Îraqê kembereke bombeyî bi malbata xwe de teqand û di encamê de pismamekî xwe yê ser bi hikûmetê ve û çend mirovên xwe yên din kuşt, li gorî karbidestan roja Şemîyê ragihandin.
Teqîna ku rêberekî mîlîtanên Sahwa li bajarê Remadî dikir armanc, careke tîne bîrê ku çawa tundrêbûn hîn kêmanîya Misilmanên Sunnî li Îraqê perçe dike, ligel hin kesên ku piştgirîya çekdarên girêdayî el Qayde dikin û hin din jî ku piştgirîya hikûmeta di dest Şîya de dikin.
Ev kuştin beşeke ji pêla tundûtûjîya şeş mehan piştî vekêşana dawîtirîn leşkerên Amerîkî ye.
Karmendekî nexweşxaneyê li Remadî kuştin piştrast kir. karbidestên ku ev nûçe belav kirin nexwestin ku navên xwe eşkere bikin jiber ku wan destûr nebû agahîyan derxin.
Parêzgeha Anbar ku êlên Sunnî lê dijîn, di salên 2006 û 2007an de şerê el Qayde kirin û tevlî hêzên Amerîkî bûn di şerê dijî çekdaran de.
XS
SM
MD
LG