Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Yildirim û Doza Kuştina Musa Anter


Musa Anter

Piştî 20 salan şûnda Hamît Yildirim'ê ku tê îddîa kirin kujerê nivîskar Musa Anter e, li Şirnexê hat girtin. Hamît Yildirim, li ser nûçeyek ku di rojnameya Sabahê de hat weşandin, roja 29'ê Hezîranê, bi talîmata Dozgerîya Taybet ya Dîyarbekirê, li Şirnexê hate girtin.
Kurê Musa Anter, Dicle Anter jibo guhdarên Dengê Amerîka destnîşan kir ku girtna Hamit Yildirim girîng e lê divê ew hêz û kesên ku bi Hamît Yildirim Musa Anter dane kuştin, bên eşeker kirin. Dîcle Anter got hêz û qeweta hikûmet û dozgerîyê heye, ger bixwazin dikarin vê bûyerê ronî bikin.

please wait
Embed
Raport
by VOA

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link


Nivîskar Orhan Miroglu jî 20 sal berê roja kuştina Musa Anter digel wî bû û di êrîşê da bi 13 guleyan birîndar xelas bû. Nivîskarê rojnameya Taraf’ê Orhan Miroglu îddia kir ku jibo ku hêzên li pişt Hamît Yildirim neyên eşkere kirin, di hinek rojnameyan de dezenformasyonek hatiye destpêkirin. Niviskarê Kurd got armanca wan ne ewe ku mirovek bê suc bikin qurban, armanc ewe ku bi giritna Yildirim bigîjin navên hêzên tarî.

Parêzerê malbata Musa Anter, Selîm Okçuoglu jî jibo guhdarên radyoyê dîyar kir ku di nav 20 salan de jiber ku tu encam bidest nexistine, doza kuştina Musa Anter birine Dadgeha Mafê Mirovan ya Awrupayê û jiber vê dozê Tirkîye hatiye ceza kirin.
Birêz Okçuoglu got îtîrafên Abdulkadîr Aygan gelek tiştan ronî kirin. Parêzer Selîmoglu destnîşan kir nuha ya girîng ew e ku kes an hêzên ku fermana kuştina Musa Anter dane, werin eşkere kirin jibo wê jî lazime ku Ergenekona li Kurdistanê jî were deşîfre kirin.
XS
SM
MD
LG